TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Iraqê xwepêsander û hêzên ewlehiyê dîsa pev ketin

Admin H
Nivîskar
📅 27 cotmeh 2020 23:04

PeyamaKurd – Di salvegera duyem a xwepêşandanên Iraqê de, li qada Tehrîr a Bexdayê, di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê de pevçûn çêbûn.

Xwepêşanderan ji bo ku rêbendên li ser pira Cimhûriye ya ku diçe qada Tehrîrê derbas bikin, bi keviran êrîşî polîsan kirin û polîsan jî gaza rondikrêj û bombeyên dengî bi ser wan de avêtin.

Li bajarê Kerbelayê jî xwepêşanderan kevir avêtin polîsan, polîsên Iraqê jî bi daran êrîşî xwepêşanderan kirin.

Li gorî zanyariyan li bajarên Hille û Dîwaniye jî xwepêşanderan agir bi kolanan xistin û rê girtin.

Parve bike: