Li Îrlanda kesekî bi bivir (balte) êrîşê balafira leşkerî ya DYAyê kir
PeyamaKurd – Balafira tîpa C-130 ya DYAyê ku li balafirgeha Sgannon a Îrlandayê parkkirîbû an rawestiyabû, kesekî karibû ji ewlekaran derbas bibe û derê ser balafirê û bi balte an ku bivir balafirê tehrîb bike.
Piştî rûdanê tmamê seferên balafiran dan rawestandin û paşî sefer dewam kirin. Êrîşker xistin bin çav.
Li gor ragihandin a çapemeniya Îrlandayê balafira navborî ji DYAyê ji eyaleta Kansasê rabûye, çûye Kanadayê û paşî xwe daniye balafirgeha Shannonê ya Îrlandayê. Balafir ya tîpa C-130 Hercules ya leşkeriye.
Êrîşkerê balafirê xwe di têlên dora balafirgehê de avêtiye hundirê balafirgehê, hilkişiyaye ser balafirê û zerarê da gewde û perê (baskê) balafirê.
Kesê êrîşê balafirê kiriye 40 saliye, polîs ew xistine binçav, lêpirsîna wî dewam dike.
Rayedarên balafirgehê ragihandin ku zerara di balafirê de zêdeye û lêkolîna miqdarê zerara balafirê dewam dike.