Cîhan
Li Îsraîlê krîza hukumetê bi dawî hat
PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû û serokê partiya muxalefetê Benny Gantz di avakirina “hukumeta yekîtiya lezgîn” de lihevkirin. Salekiye ku krîza avakirina hukumetê li Îsraîlê dewam dike. Niha wê partiya ku serokê wê Netenyahû ye ya bi navê Likud û ya ku serokê wê Benny Gantz e partî ya bi navê Şîn-Sipî rêvebiriya hukumeta Îsraîlê bikin.
Sê care ku hilbijartinên pêşwext li Îsraîlê tênkirin lê çi partiyekî bi serê xwe nikaribû hukumetê ava bike û pêdiviya wan bi koalîsyonê çêbû. Serokwezîrtiya her dû lîderan wê bi dorê be. 2 sal bo Netenyahû û 2 sal bo Gantz be.
Partiya Netenyahû xwediyê 120 parlementera ye û ya Gantz xwediyê 33 parlementera ye.