TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Îtalya di rojekê de 368 kes ji vîrûsa korona mirin

Admin H
Nivîskar
📅 16 adar 2020 03:16

PeyamaKurd – Li Îtalyayê ku piştî Çînê welatê herî zêde ji vîrûsa koronaya nû COVID-19 bandor lê kiriye, di 24 saetên dawî de 368 kesan can da û 3 hezar û 390 tûşbûyên nû hatin tomarkirin.

Bi van amarên dawî re, hejmara miriyên nexweşîna koronayê li Îtalyayê ji 1,441 kesan gihîşt 1,809 kesan û hejmara tûşbûyîyan jî ji 21 hezar û 157 kesan gihîşt 24 hezar û 747 kesan.

Tê gotin ku herî zêde bandora nexweşînê li herêma Lombardiya bûye ku niha ji ber Covid-19 beşên rewşên giran ên nexweşxaneyan gihîştiye asta herî bilind.

Ji 21 hezar 157 tûşbûyên vîrûsa koronayê 11 hezar û 685 kes li herêma Lombardiya ne û hejmara kesên can dane jî bûye 966 kes.

Parve bike: