TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Îtalyayê kesên bi maske pêşiya TIR a Tirkiyê birîn

Admin M
Nivîskar
📅 18 îlon 2026 15:27

PeyamaKurd – Li welatê Îtalyayê kesên bi maske, bi erebeyekî avêtin pêşiya treylerekî Tirkiyê ku barê wê kakao bû û bi bihayê 6 milyon Euroyî kakao tê de bû.

Rûdan li nêzî nagajê Bari yê Îtalyayê çêbû. Lê asayîşa Îtalyayê operasyon kir ser wan kesên bi maske ku 4 kes bûn. Niha operasyona ji bo girtina her 4 kesan dewam dike.

Polîs, treylerê dîtin û dorsa treylerê venebûye û tiştekî jê kêm nebûye. Treyler ya şîrketa lojîstîk ya bi navê S.S.ê ye. Dema treyler kakaoya bi bihayê 6 milyon Euroyî bar dike ku here Tirkiyê, li ser rêya A-14 li nêzê bajarê Bariyê 4 kes bi ereba xwe pêşî lê digrin û wê radiwestînin.

Rûdan, seet li dora 18.00an di 16ê Êlûna 2026an de dibe. Êrîşker bi çekan li treylerê dixin. Pêşiya wê digrin û ji bo telefon nexebitin jî “jammer”ê bikartînin. Cama Treylerê dişkênin û ajotvan S.S. desteser dikin û wî ji erebê dadixînin. Dest datînin ser TIRê û ji ciyê rûdanê dûr dibin. Treylerê bi xwe re dibin.

Rêbir cuzdan û telefona ajotvan bi xwe re dibin. Piştî demekî şofêrê TIRê agahiyê dide hevjîna xwe. Hevjîna wî xeberê dide navenda şîrketa lojîstîkê ya li Antalya. Rayedarên şîrketê agahiyê didin meqamên fermî. Asayîşa Îtalyayê ciyê treylerê tesbît dike û operasyon dike. Êrîşker nikaribûne dorsa treylerê vekin û dest ji treylerê berdidin û direvin.

Asayîşa Îtalyayê êrîşa ku kamera treylerê kişandiye, niha li serê dixebite da her 4 êrîşkeran tesbît bike û wan bigre.

Ji bo treylerê teslîmê şofêr bikin, lêpirsîna polîsê Îtalyayê dewam dike.

Parve bike: