Li îzlandê Volkan qetiya: 4 hezar sênê cihê xwe terikandin
PeyamaKurd - Li Îzlandê li bajarê Grindavikê volkan teqiya. Volkan, piştî çend demjimêran ku şênî ji herêmê hatin derxistin teqiya. Vê yekê şêniyan ji xeteriyeke mezin rizgar kir.
Ev teqîna volkanê, ji 2021ê vir ve pêncemîn teqîna volkanîk a li Îzlandê ye. Teqîna dawî ya volkanîk di 18ê Kanûna sala çûyî de li heman herêmê li başûrê rojavayê paytext Reykjavikê pêk hatibû.
Ofîsa Keşûhewayê ya Îzlandê (IMO) daxuyand ku teqîn di demjimêr 08.00ê sibehê de dest pê kiriye.
Di dîmenên ku ji aliyê medyaya Îzlandî ve hatine weşandin de, alavên teqîna volkanê bi awayekî zelal hate nîşandan.
Ji bo herikîka sotanka agirê volkanê negihêje bajêr, ji ax û zinaran bendek hatin çêkirin. Lê belê, piştî teqîna dawîn, alava agir bendekan derbaz kir.
Li gorî agahiyên dawî, alava agir niha nêzîkî 50 metreyan ji mala herî nêzîk a bajêr dûr e.
Televizyona raya giştî ragihand ji ber ku bi şev egera teqînê zêde bûye danê vê sibehê 4 hezar şênî ji bajêr hatine derxistin.
Serokkomarê Îzlandê Gudni Johannesson da zanîn ku piştî van teqînan metirsiya jiyana tu welatiyan nemaye, lê belê dîsa jî wê hemû pêdiviyên parastinê bêne bicih anîn.