TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Îzmîrê hejmara miriyên erdhejê gihîst 111 kesan

Admin L
Nivîskar
📅 04 mijdar 2020 14:59

PeyamaKurd – Hejmara miriyên di erdheja Îzmîrê gihişt 111 kesan û tedawiya 137 kesan jî berdewam dike.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşa Bilez (AFAD) a ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, piştî erdheja Îzmîrê di 30ê Cotmehê de qewimî, bi giştî 1621 paşlerze hatine tomarkirin.

Di erdhejê de 111 kesan can dan û 1035 kes birîndar bûn.

Ji birîndaran 898 kes ji nexweşxaneyê vegeriyan mala xwe û tedawiya 137 kesan berdewam e.

Li Îzmîrê xebata lêgerîn û rizgarkirinê ya ku di 17 avahiyan de dihat kirin, di 13an de bi dawî bû û di 4 avahiyan de xebatên lêgerînê berdewam in.

Parve bike: