TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Kabîlê bombe avêtin mizgeftê: 10 mirî, 30 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 30 nîsan 2022 00:48

PeyamaKurd – Li Kabîla payîtexta Afxanistanê di wexta limêja înê de, bi bombeyan êrîş birin ser mizgeftekî û di encamê de 10 kes hatin kuştin û 30 kes birîndar bûn.

Berdevkê rêvebiriya asayîşa Kabîlê Xalid Zadran ji bo çapemeniyê ragihand ku bûyer li devera Seh Rahaî Alaûddîn çêbûye û di wexta piştî limêja înê de çêbûye. Hat ragihandin ku hêzên asayîşê ji bo kesê kiryarê kiriye bigrin dixebitin.

Li gor şahidên bûyerê; piştî limêja înê xelkê di mizgeftê de ketiye zikran û bûyer çêbûye. Heya niha kes bûyerê negirtiye aliyê xwe.

Parve bike: