TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Kabîlê du bombe hatin teqandin: 25 kes hatin kustin!

Admin V
Nivîskar
📅 30 nîsan 2018 14:30

PeyamaKurd- Li paytextê Afganîstanê li Kabîlê du bombe hatin teqandin. Di encama teqînana de 25 kes hatin kuştin û 45 jî hatin birîndarkirin.

Li gorî çapemeniya herêmê, polîsan di derbarê bûyeran de daxuyaniyek dan. Li gorî daxuyaniyê, seet li 08:00ê sibehê bombeyeke teqiya û piştî 40 deqîqeyan bombeyeke dî jî teqiya. Di encama teqînan de 25 kes hatin kuştin û 45 jî hatin birîndarkirin. Di nava kuştiyan de muhabîrê AFPê Shah Marai jî heye.

Heta niha ti kesî ev êrîş negirtiye ser xwe. Lê bombeya ku di meha sibatê de hatibû teqandin, IŞÎDê girte ser xwe.

Parve bike: