Cîhan
Li Kabilê êrîs birin ser merasîma ku siyasetmedar jî amade bûn
PeyamaKurd – Li Kabilê, paytexta Afganistanê, êrîş birin ser merasîma ku siyasetmedar jî amade bûn.
Li bajarê Kabilê bi helkefta salvegera Serokê Hazara Abdul Ali Mazarî merasîmek bi rêve diçû. Di dema merasîma de êrişek pêk hat ku di merasîmê de namzede Serokomariyê Abdullah Abdullah jî amade bû.
Berdevkê Abdullah ji Reutersê re ragihand ku, “êrîşê bi teqîneke xurt dest pê kir. Weke ku moşek bikeve. Abdullah û siyasetmedarên din di êrişê de birîndar nebûne û rewşa wan baş e.”
Berdevkê Wezîrê Karên Navxwe, Nasrat Rahimi ragihand ku êrîşên bi vî awayî nayên qebûlkirin û diyar kir ku hêzên taybet bo herêmê hatine sewqkirin.
Heya niha tu kesî yan aliyî berpirsyariya êrişê negirtiye serxwe û nayê zanîn ka ji aliyê kî ve pêk hatiye.