Cîhan
Li Kabul a Afganistanê teqîn: Herî kêm 5 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 30yê Mijdarê li paytexta Afganistan Kabulê mayinek teqiyaye û di encamê de 5 kes birîndar bûne.
Ajansa Reutersê ragihandiye, li paytexta Afganistan Kabulê bombeyek li kêleka rê teqiyaye û di encamê de herî kêm 5 kes birîndar bûne.
Herwiha hatiye diyarkirin ku armancê êrîşê wesayîteke tevgera Talîbanê bûye, lê nehatiye diyarkirin bê bombe ji aliyê kîjan rêxistinê ve hatiye danîn.