Cîhan
Li Kolombiyayê balafir ket: 12 kes mirin
PeyamaKurd- Li welatê Kolombiyayê balafira tîpa Douglas DC-3, nêzî Villavicencioyê ket û 12 kesên ku di balafirê de bûn mirin.
Rêvebirên parastina sîvîl yên Kolombiyayê ragihandin ku balafir di navbera San Sos del Ravivari û Villavicencio de difiriya û piştî ku halê xwe yê acîl da ragihandin û demeke kurt bi şûnde, nêzî Villavicencio li devera Bendicionê ket.
Niha sedema ketina balafirê tê lêkolînkirin