TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Koreya Basûr Balafira rêwiyan teqiya: 182 kes tê de bûn

Admin H
Nivîskar
📅 29 berfanbar 2024 11:24

PeyamaKurd – Li Koreya Başûr dema balafireke rêwiyan xwest dakeve ser pîsta Balafirgeha Navnetewî ya Muanê li dîwar qelibî û teqiya.

Li gorî zanyariyên Îtfaîyeya Netewî ya Koreya Başûr, heta niha 85 term ji enqaza balafirê hatine derxistin.

Li gorî heman çavkaniyê tenê du kes ji qezayê rizgar bûne û 180 rêwiyên balafirê can dane. Xebatên rizgarkirinê li cihê bûyerê berdewam dikin.

Li aliyê din Kompaniya Rêhewayê Jeju Airê jî daxuyaniyeke lêborînê belav kir û ragihand, dema daketinê balafira cûreya Boeing 737-800 hemû protokolên guncaw pêk anîne û hate gotin, “Em ji hemû kesên di qezayê de zirar dîtine û ji raya giştî lêborînê dixwazin.”

Parve bike: