TR KU SO
FB X
Cîhan

Li kurmetê Suleyman Soylu xist û wî giran birîndar kir

Admin M
Nivîskar
📅 19 tîrmeh 2022 01:40

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Trabzonê li navça Of ê, kesekî bi çek êrîşê kurmetê wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu yê bi navê Sefa Dönmez kir û wî giran birîndar kir. Hat ragihandin ku 3 gule berdanê, rewşa wî girane û wî birine nexweşxana navça Of ê.

Li gor ragihandina rojnama Sözcü yê; li ser munaqeşa serokê AKP ê yê navçê Ahmet Çapoğlu û Sefa Dönmez, Faruk Ulusoy bi demançê li Dönmez xistiye û rewşa wî baş nîne. Gumanbar Faruk Ulusor reviyaye.

Li ser bûyerê parêzger, rêvebirê asayîşê û fermandarê Trabzonê çûne navça Of ê û ji bo bûyerê agahiyan sitendine. Ji bo gumanbar bigrin, hêzên asayîşê lê digerin.

Parve bike: