TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Kuweytê, Parlamento hat betalkirin!

Ruken güler
Nivîskar
📅 18 nîsan 2023 16:30

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Mîrê Kuweytê Şêx Newaf el-Ehmed el-Cabir el-Sabah, bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku Meclisa ku di 19ê Adarê de vegeriya ser karê xwe hilweşîne û di nav çend mehan de hilbijartinên nû bên kirin.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Kuweytê KUNAyê, Welîehd Şêx Meşhel el-Ehmed el-Cabir el-Sabah, li ser navê Mîrê Kuweytê Şêx Newaf axaftineke televîzyonî kir.

Welîehd Meşal diyar kir ku tiştên ku di qada siyasî de diqewimin bi qasî gel wan jî bêzar dike.

Meşal amaje kir ku li gorî îradeya gel û li gorî xala 107an a Destûra Bingehîn, di mehên pêş de biryar dane Parlamentoyê betal bikin û hilbijartinên giştî li dar bixin û destnîşan kir ku ev yek dê bi pêkanîna rêze qanûnên siyasî re jî be û reformên yasayî yên ku dê dewletê ber bi qonaxeke nû ya dîsîplîn û referansa qanûnî ve bibin.

Parve bike: