TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Lîbyayê alava ku ku koçberan hildigirt wergeriya: 7 mirî û 32 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 05 tebax 2024 23:34

PeyamaKurd – Li welatê Lîbyayê li bajarê Kufra alava ku koçberan hildigirt wergeriya û di encamê de 7 koçber mirin û 32 koçber birîndar bûn.

Li gor ragihandina wezareta karên navxwe yê Lîbyayê; li bajarê Kufrayê li dora 20 hezar koçberên Sûdanî hene ku mecbur mane terka welatê xwe bikin.

Li gor Xizmeta Ambûlans û desteka Tenduristiyê ya Lîbyayê; alava ku welgeriyaye 170 km li başûrê bajarê Kufrayê li çolê qeza kiriye û koçberên tê de tev Sûdanîne.

Parve bike: