TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Lîbyayê ser gestir bû

Admin M
Nivîskar
📅 15 hezîran 2019 23:38

PeyamaKurd- Hêzên bi ser general Hafter berê balafirgeha di bin destê hêzên hukumetê de xistibû destê xwe. Niha hêzên hukumetê hewl didin ku balafirgehê bi paşde ji wan bistînin. Hêzên Hafter balafirên xwe bikartînin û bajarokê Tacure ya ku nêzê Trablûsê ye bombebaran kir.

Serokê meclisa navçeya Tacure Huseyin bîn Atiyye, li ser şerê li dora balafirgehê geş bûye, bo çapemeniya deverê ragihand ku piştî êrîşa hêzên Hafter hinek sîvîl birîndar bûne. Atiyye ragihand ku hêzên bi Hafter ve girêdayî li devera ku nêzî nexweşxanêye û jîngeheka qelebalixe, xist.

Du roje ku her dû hêz li dora balafirgeha navdewletî ya Trablûsê lihev dixin. Hêzên bi ser hukumetê hêj do karibûn başûrê balafirgeha Trablûsê qismen bixin destê xwe û tê de pêşde herin.

Parve bike: