TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Lîbyayê wezîrê darayî yê berê revandin û sehayên petrolê hatin girtin

Admin M
Nivîskar
📅 16 tîrmeh 2023 04:30

PeyamaKurd -  Li Lîbyayê wezîrê darayî yê berê Ferac Bumatari revandin û ji bo protestokirina revandina wezîr sehayên petrolê hatin girtin. Li ser girtina sehayên petrolê, wezareta petrolê ya Lîbyayê ragihand ku girtina sehayên petrolê sedemeka cebriye.

Wezaret ragihand ku nelhevkirina terefan divê li ser hilberîna enerjiyê û îxracatê bandorê neke. Li gor xebera di Al Jazeera de; di daxwuyaniyê de hat gotin ku sehayên petrolê bigrin, wê sektora petrolê bi awayekî zêde zerarê bibîne û xebatên wezaretê ya hilberîna petrolê qels bike.

Wezîrê darayî yê berê Ferac Bumatari roja sêşembê dema gihabû balafirgehê hatibû revandin. Serokê konseya bilind ya qebîleyên Zawiye Senusi Xaliq; ragihand ku sehayên petrolê yên El-Fil û Şerara piştî revandinê bi 2 rojan hilberînê dane rawestandin.

Serokê konseyê got ku ji bo ku Bumatari serbest berdin û ji bo wê ku zorê bidin ser rêvebiriya Trablûsê hilberînê rawestandine. Bumatari ji bo serokatiya banka navendî ya Lîbyayê, yek ji namzeda ye, lewra hatiye revandin û jiyana wî di talûkê de ye.

Seha petrolê ya Şerara rojane hilberîna wê ya petrolê 300 hezar varêle.

Parve bike: