TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Lubnanê dengdana hilbijartina parlamentoyê birêve diçe

Admin H
Nivîskar
📅 15 gulan 2022 13:55

PeyamaKurd – Piştî sala 2018an li Lubnanê cara yekem hilbijartinên parlamentoyê têne lidarxistin ku welatê Lubnanê di nav krîza aborî û siyasî de ev demeke dirêj e digevive.

Dengdana hilbijartinên parlamentoya Lubnanê îro Yekşemê 15ê Gulanê dest pê kir.

Mafê 3 milyon û 917 hezar welatiyan hene dengê xwe bidin û di hilbijartinan de li 15 navendan 718 namzed ji bo 128 kursiyên parlamentoyê hevrikiyê dikin.

Li Lubnanê hejmareke zêde Kurd jî hene ku mafê wan ê dengdanê heye.

Di hilbijartinên Lubnanê de, aliyên sunî di navbera xwe de bûne du beş ku beşek ji wan hilbijartinan boykot dikin û ew biryar jî piştî daxuyaniya Saad Herîrî Serokê Tevgera Musteqbel hatiye dayîn ku gotibû, ew beşdarî hilbijartinên 15ê Gulanê yên parlamentoyê nabin.

Li gorî nirxandinan tê çaverêkirin piştî hilbijartinên Lubnanê ji bo damezrandina hikûmetê, dîsa tifaqeke mezhebî derkeve holê.

Aliyên Îran piştevaniya wan dike yên Hizbullah û hevpeymanên wê ji ber hejarî û krîzê dibe ku nikaribin kutleyên xwe yên parlamentoyê biparêzin.

Parve bike: