Li Lubnanê ji ber pevçûnên Kampa Filîstînê rews aloz e: Hejmarek welatan hisyarî da...
PeyamaKurd – Ji ber şer û pevçûnên ku 29ê Tîrmehê di navbera komên dijber de li kampa koçberên Filistînî ya Eyn El-Hilwê ya li başûrê Lubnanê ve dewam dikin, welatên Ereb ji bo neçin Lubnanê hişyarî dan hemwelatiyên xwe.
Ev çend roj in, pevçûnên tund di navbera endamên tevgera Fetih û komên Îslamî yên çekdar de, li kampê rû didin. Şer û pevçûn li Lubnanê bûne sedema aloziyê ku ziyanek mezin gihandin bajar.
Herî dawî Erebistana Siûdî, Behreyn û Kuweytê bang li welatiyên xwe kirin ku ji Libnanê derkevin û xwe ji herêmên ku pevçûnên çekdarî lê hene dûr bixin.
Erebistana Siûdî, Behreyn, Kuweyt û welatên Almanya û Brîtanyayê jî rênimayên rêwîtiya welatiyên xwe bo Lubnanê nû kirine û ji welatiyên xwe dixwazin ji Lubnanê derkevin.
Serokê Hikûmeta Demkî ya Lubnanê Necîb Miqatî jî ragihandiye ku “rewşa ewlehiyê bi giştî nabe sedema nîgeranî û metirsiyê.”
Mîqatî Wezîrê Derve û Koçberan Ebdullah Bou Hebîb erkdar kiriye ku bi welatên Ereb re pêwendiyê bike, ji bo ku wan ji ewlekariya welatiyên xwe yên li Lubnanê piştrast bike.