Cîhan
Li Macaristanê balafira şer ket lê kes nemir
PeyamaKurd – Balafira şer ya aîdê hêzên bergiriya Macaristanê ya tîpa Gripen li herêma orta Macaristanê li nêzî bajarê Szolnokê ket.
Pîlot kursiyê xwe avêtinê bikaranî û rizgar bû. Li gor tesbîta niha; kes di ketina balafirê de nemiriye an birîndar nebûye.
Ragihandina ketina balafirê ji aliyê serokwezîrê Macaristanê Peter Magray de, di ser hesabê medya civakî de hat kirin.
Magyar ragihand ku heya niha sedema ketina balafirê nehatiye zanîn û wezîrê bergiriya Macaristanê Romulusz Ruszin-Szendi ketiye ser rê da here ciyê rûdanê.