TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Meksîkayê 18 kesan ji hev kustin

Admin M
Nivîskar
📅 27 tîrmeh 2021 04:27

PeyamaKurd – Li welatê Meksîkayê li eyaleta Zacatecasê di navbera çeteyên ku têkiliya wan bi bazirganiya maddeyên hişbir hene şer derket û herî kêm 18 kes hatin kuştin.

Li gor nûçeyên Meksîkayê; li bajarê Valparaisoyê rêxistinên sûcên organize, bi sîlihên mezin bo bidestxistina sehayên bazara maddeyên hişbir lihev xistine. Jimara kesên lihev xistine li dora 200 kesî bûne û di encamê de 18 cesed hatine tesbîtkirin.

Sala borî li eyaletê 1.065 kes hatibûn kuştin. Ji serê salê heya niha li eyaletê 746 kes hatine kuştin.

Parve bike: