TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Meksîkayê jimara miriyan giha 91 kesî

Admin M
Nivîskar
📅 23 rêbendan 2019 04:00

PeyamaKurd- Li welatê Meksîkayê li eyaleta Hidalhoyê, bi sedema ku petrol ji xeta bi navê Pemexê dixizine, teqîn çêdibin. Kesên li der û dora xeta petrolê bi sedema teqînan jiyana xwe ji dest didin.

Niha jimara miriyan gihaye 91 kesî ku ev jimareyeka gelek zêde ye. Ne tenê mirî lê kesên ku niha birîndarin jimara wan gihaye 50 kesî. Parêzgerê Hidalhoyê Omer Fayad ragihand ku halê birîndaran xweş nîne û dibe jimara miriyan zêdetir bibin.

Sedemeka dinê ya ku jimara mirî û birîndaran zêde ye ew e xelkê deverê bi alavan diçin der û dora xeta petrolê û derdanên xwe ji xwe re tije petrol dikin û pêdiviya tînin cî. Dema teqîn çêdibe, ew jî dikevin ber pêla teqînê.

Parve bike: