Cîhan
Li Meresê erdhej çêbû!
PeyamaKurd- Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) ragihand ku li navçeya Elbîstanê ya Mereşê erdhej çêbû.
Di agahiyên AFADê de hat destnîşankirin ku îro saet di 13:48an de li navçeya Mereşê ya Elbîstanê, bi hêza 4 pileyan erdhej çêbû.
Li gorî hat ragihandin, kûrahiya erdhejê 8.76 kîlometir di bin erde de çêbûye.
Pisporên erdnasiyê di her derfetê de hişyariyê li xelkê bakur û Tirkiyeyê dikin ku piştî erdhejên mezin ên ku di 6ê Sibatê de li Mereşê çêbûbûn, dê hîn jî erdhejên mezin bi xwe re bîne.