Cîhan
Li Mersînê 16 gumanbar hatin binçavkirin
PeyamaKurd- Li Tirkiyê li bajarê Mersînê bi gumana ku wê tevgerên terorî bikin,16 gumanbarên DEAŞê hatin binçavkirin. Operasyon ji aliyê rêvebiriya asayîşa Mersînê, tîmên li dijî terorê de hat kirin.
Hêzên asayîşê di heman wextê de avêt ser gelek ciyan û 16 kesan bi dokuman û alavên wan yên dîjîtalî ve girtin. Lêpirsîna wan ya asayîşê dewam dike.