TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Mescîda Aksayê jî sewat derket: Agir hat vemirandin

📅 16 nîsan 2019 13:36

PeyamaKurd - Li Mescîda Aksayê ku ji bo ola Îslamê sêyemîn mekanê pîroz e jî şewat derket. Di demeke kurt de mudaxeleyî şewatê hat kirin û û bêyî ku zirareke mezin bigihîje mizgeftê agir hat vemirandin.

Duhî (15.04.2019)  li Katedrala tarîxî ya Notre Dame ya li paytexta Fransayê Parîsê şewateke mezin derket û ew şewat kete rojeva cîhanê. Di wê şewatê de baluleya çanê û banê dêrê û herwiha çendîn kel û pelên tarîxî û hunerî zirar dîtin.

— Palestine Post 24 (@PalestinePost24) 15 Nisan 2019

Hevdemê wê şewatê, li Mescîda Aksayê ku ji bo ola Îslamê sêyemîn pîroztirîn perestgeh e jî şewatek derket.

Li gorî medya Filistînê şewatê li Mescîda Merwanî dest pêkir lê di demeke kurt de hatiye vemirandin. 

Derbarê şewatê de lêpirsîn hat vekirin.

Parve bike: