Cîhan
Li Minbicê erebeya mamosteyan hat teqandin
PeyamaKurd - Li bajarê Minbic ê Sûriyê ku di jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokratî (HSD) û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê (MLM) de ye, wesayîtek hat teqandin.
Li gor çavkaniyên herêmê, li ser rêya El-Sein a ku dikeve başûrê rojavayê Minbicê, dema derbasbûna wesayita mamosteyen mayîn hat teqandin.
Di encama teqînê de, sivîlekî û ajokarê erebeyê can dan û hejmarek mamoste jî birîndar bûn.