Cîhan
Li Misrê 8 mîlîtanên çekdar hatin kustin
PeyamaKurd-Hêzên asayîşê yên Misrê li bajarên Qahîre û Gizayê operasyon kirin ser çekdaran û 8 çekdar hatin kuştin. Wezareta karên hundir ya Misrê ragihand ku çekdar yên rêxistina “Tevgera Hasm” in û berya sersalê amadekariya xwe dikirin da êrîşê ser pîrozbahiyên Noelê bikin.
Di beyanê de hat aşkerakirin ku avêtine ser maleka dinê ya li rojhilatê Qahîreyê û 4 kesan binçav kirine. Di avêtina ser malê de gelek sîlih û muhîmmat ketine destê hêzên asayîşê.
Misir operasyonên weha weka operasyonên li dijî terorê binav dike lê muxalifên Misrê van tevgerên hukumetê weka “tasfiye” binav dike.