Cîhan
Li Mûsê careke dî deng hatin hijmartin!
PeyamaKurd- Piştî Hilbijartina 24ê Hezîranê AKPê li Mûşê li encama hilbijartinê îtîraz kir. Ji ber vê yekê deng careke dî hatin hijmartin.
Piştî Hilbijartina 24ê Hezîranê HDPê 3 û AKPê jî wekîlek derxistibû. Piştre jî AKP li encamên hilbijartinê îtîraz kir. Li navçeyên Mûşê yên bi navê Warto, Bulanik, Melezgir, Korkut û Haskoyê hemî deng careke dî hatin hijmartin. Di encama hijmartinê de ferqa rayan ji 380yî dakete 326an. Lê belê encama wekîlan neguherî.
Di Hilbijartina 24ê Hezîranê li gorî encamên ne fermî, HDPê 3 û AKP jî wekîlek derxistibû.