Cîhan
Li navça Akhisar a Manisayê agir bi daristanê ket
PeyamaKurd – Li bajarê Manisa yê Tirkiyê li navça Akhisarê li gundê Evkaftepe di seha daristanê de şewat derket. Agir belav bû û ji bo vemirandina agir, 8 balafir, 8 helîkopter, 25 arasoz nû gelek tîmên xebatkar dixebitin da agir vemirînin.
Agir seet di 13.10an de destpêkir lê mudaxeleya vemirandina wê seet di 13.20an de destpêkir. Xebata vemirandina agir ji bejayiyê û hewayê de dewam dike.
Ba jî bûye alîkar ku şewat belave bibe û pêtên agir gihane rêya navbera İzmir-İstanbulê û rê ji bo trafîkê girtin.