TR KU SO
FB X
Cîhan

Li navendeka perwerdeyê sewat derket: 15 xwendekaran can da

📅 25 gulan 2019 12:37

PeyamaKurd - Li Hîndistanê li navendeka perwerdeyê şewat derket û di encama wê şewatê de 15 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan. Di avahiyê de dersa taybet dihat dayîn.

Cîgirê Serokwezîrê eyaleta Gujaret Nitin Patel daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama şewata li avahiya dibistaneka taybet ya li bajarê Suratê li herêma Santanêy 15 kesan can deye û herweha gelek kes jî birîndar bûne.

Petelî da xuyakirin ku ew nîgeran in ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Hat diyarkirin ku tîmên hawarçûnê mudaxeleyî bûyerê kirine.

Parve bike: