TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Nepalê frokeya rêwiyan ket: 18 kesan can dan

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 24 tîrmeh 2024 16:16

PeyamaKurd - Li Katmanduya paytexta Nepalê, frokeyeke rêwiyan, di dema rabûnê de kete xwarê.

Hate ragihandin ku di encama ketina frokeyê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dane û pîlotê frokeyê jî bi birîndarî hatiye rizgarkirin.

Li gorî nûçeya rojnameya The Kathmandu Postê, frokeya ku 19 kes tê de bûn, li Frokexaneya Tribhuvanê ya Navneteweyî di dema rabûnê de kete xwarê.

Berdevkê Frokexaneya Tribhuvan a Navneteweyî Subash Jiha diyar kir ku termê 18 kesên di frokeyê de hatine dîtin û ji bo morga bajarê Katmanduyayê hatine arastekirin.

Subash Jiha da zanîn ku pîlotê birîndar bûye jî hatiye rizgarkirin û ew rakirine nexweşxaneyê.

Parve bike: