Li Nevşehirê kesekî hat kuştin: 4 bira û hevalekî wan xistin zîndanê
PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Nevşehirê di êrîşa bi tivinga nêçîrê li kesê bi navê Levent Ç.(50) xistin û wî kuştin. Hêzên asayîşê li ser rûdanê 4 bira û hevalekî wan girt.
Rûdan li taxa Güzelyurtê di otoparkekî de qewimî. Li gor agahiyan bi sedemekî nehat zanîn Levent Ç. di rêya telefonê de bi du birayên bi navên Yusuf Ç. û Ahmet Enes Ç. re munaqeşe kir.
Piştî munaqeşeyê ciyê ku Levent Ç. lê bû hîn kirin û kesê bi navê Rahman A. bi xwe re birin û çûn cem wî. Dema Levent Ç. ji erebê daket bi tivingê lê û hevalê cem wî xistin. Di êrîşê de Levent Ç. birîndar bû û hevalê wî ew bir nexweşxana dewletê ya Neveşehirê. Levent Ç. li nexweşxanê mir.
Êrîşker plaka ereba xwe jê kirin û reviyan lê polîsê boroya cînayetê da pey wan.
Erebê girtin û di erebê de kesên bi navên Yusuf Ç., Ahmet Enes Ç. û Rahman A. xistin bin çav.
Di lêpirsînê de hat fêmkirin ku Levent Ç. hevalê xwuşka wan ya bi navê Hatice Ç. bûye. Êrîşker di îfadên xwe de gotine ku Levent Ç. li malbata wan û xwuşka wan heqaretê kiriye û çêrî wan kiriye.
Di lêkolîna li ciyê bûyerê de û di erebê de 5 fişekên vala dîtine. Ji wan guleyan yek jê li pişta Levent Ç. û yek jî li erebê ketiye.
Li ser bûyerê, Yusuf Ç., Ahmet Enes Ç., Nur Sima Ç., Hatice Ç. û hevalê wan Rahman A. xistin bin çav û dema her 5 kesan birin dadgehê, dadgehê biryara zîndanê da wan û wan şand zîndanê.