'Li nexwesxaneyên Stenbolê di besên rewsên giran de cî nemaye'
PeyamaKurd – Li Tirkiyê yek ji bajarê herî zêde vîrusa korona ya nû Covid-19 lê belav bûye Stenbolê.
Serokê Odeya Dermansazên Stenbolê Cenap Sarialioglu, ji malpera Medyascope re ragihandiye ku beşên rewşên giran ên nexweşxaneyên dewletê yên Stenbolê tije bûne û cih nemaye.
Sarioglu dibêje, Li Stenbolê heta niha çar dermansaz bi vîrûsa Koronayê ketine ku sedem ew e ku beşên çavdêriya hûr ên nexweşxaneyên dewletê yên Stenbolê tije bûne û nexweşên teşhîsa vîrûsa koronayê bo wan hatiye kirin jî bo dermanxaneyan tên şandin.
Sarialioglu wiha pê de çû “Li Stenbolê beşên çavdêriya hûr ên nexweşxaneyên dewletê bi tevahî tije bûne, ji ber vê yekê jî nexweşên nû yên bi vîrûsa koronayê ketine nikarin li van nexweşxaneyan razînin.”
Serokê Odeya Dermansazên Stenbolê derbarê wan metirsiyan de ku dermansaz rûbirûyê wan dibin got: “Li Stenbolê beşên çavdêriya hûr ên nexweşxaneyên dewletê bi tevahî tejî bûne, ji ber vê yekê jî nexweşên nû yên bi vîrûsa Koronayê ketine li van nexweşxaneyan nayên razandin. Reçeta van nexweşan dinivîsin û dibêjin li mal xwe qerentîne bikin. Ev nexweş jî tên dermanxaneyan. Bi vêna jî dermanxane dermanxane digerin û vîrûsê belav dikin.”
Sarialioglu da zanîn, dermansaz bi xwe tedbîrên xwe werdigrin û wiha got: “Dermansaz, li ser pêşniyara me wê dûrahiya civakî diparêzin, bi mask û kertê firotinê dikin. Lê îro eger 4 dermansazên me bi vîrûsa koronayê ketine, diyar e ti sûdeke zêde ya tedbîrên me nebûye. Lewra ji îro ve, em nexweşan yek yek dixin dermanxaneyan, li tevahiya Stenbolê ev biryar hatiye dayîn.”
Li gorî amarên doh li Tirkiyê hejmara kesên bi koronayê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê can dane gehiştiye 108 kesan û bi giştî 7 hezar û 402 kes jî tûşî vîrûsê bûne.