TR KU SO
FB X
Cîhan

Li nêzî beravên Îmaratê keştiya barkêş rastî êrîşê hat

Admin H
Nivîskar
📅 18 cotmeh 2026 12:16

PeyamaKurd - Saziya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) ragihand ku li nêzî beravên bajarê Xewr Fekan ê Îmaratê êrîşeke gumanbar li ser keştiyeke barkêş pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku keştî ber bi başûr ve diçû û du cebilxaneyên nenas li wê ketine.

Di encamê de zirara madî gihîştiye keştiyê û kesek bi sivikî birîndar bûye, lê keştî li ser rêya xwe berdewam e.

Parve bike: