Cîhan
Li Nîjerya tanker teqiya: 9 mirî
PeyamaKurd- Li welatê Nîjeryayê otomobîlek û tankerek li hev ketin û tanker teqiya. 9 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Di qezayê de ne tenê kuştî û birîndar her weha li dora 54 erebe jî bi temamî şewitîn.
Serokê dewletê Mahammedû Bûharî ragihand ku di van salên dawiyê de, ev qeza, di welat de trajediya herî mezine.