TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Nîjeryayê Boko Haramê êrîsek pêk anî: 30 kesî can da

📅 02 gulan 2019 15:16

PeyamaKurd - Ji 2019an û vir de di êrişên rêxistina terorê ya Boko Haramê de ku girêdayî DAIŞê ye, zêdetirî 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li welatê Afrîkayê Nijeryayê rêxistine terorê Boko Haramê ku girêdayî DAIŞê êrişeke terorîstî pêk anî. Di encama wê êrişê de 30 kesî canê xwe ji dest daye.

Li gorî daneyên pêşîn, hatibû ragihandin ku 26 kes mirine û 34 kes jî birîndar bûne.

Boko Haram ji 2005an û vir ve tevî Nîjeryayê li welatên cîran ên wekî Kamerûn, Çad û Nîjerê jî êrişan pêk tîne. Di êrişên rêxistinê ên bi ser Çadê de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Parve bike: