Cîhan
Li Nîjeryayê êrîs: 16 kustî
PeyamaKurd- Li welatê Nîjeryayê êrîşên çekdarî pêkhatin û di encamê de 16 kes hatin kuştin. Êrîş car din ji aliyê kesên ku li motorsîkletan siwar bûbûn de hat kirin. Bûyer li eyaleta Zamfarayê li gundên Bidda, Ungwar Rogo, Kajera, Karda û Magazawayê çêbû. Di bûyeran de gelek kes jî birîndar bûn.
Berdevkê polîsên eyaleta Zamfarayê Muhammed Şehû bûyerê piştrast kir lê behsa jimara miriyan nekir.