Cîhan
Li Osmaniye operasyona DEAS ê: 6 binçavkirin
PeyamaKurd- Li gor ragihandina rêvebiriya asayîşa bajarê Tirkiyê yê bi navê Osmaniyê; beşa TEM ê li dijî DEAŞ ê xebata îstîxbarî hatiye kirin û di encamê de 6 kesên ku tê gumankirin bi DEAŞ ê re dixebitin, hatine binçavkirin.
Li gor agahiyên asayîşê yên di derbarê 6 kesên binçavkirî de ew e ku bi awayeka çekdar di nava DEAŞê de li Sûriyê xebata xwe dikin. Ewraqên wan yên edlî tên amadekirin da wan bibin dadgehê.