Cîhan
Li Pakistanê helîkopterekî leşkerî ket û yên tê de tev mirin
PeyamaKurd – Li Pakistanê li herêma Azad Keşmîrê, nêzî bajarê Muzafferabadê, helîkopterekî leşkerî ket û ew kesên di helîkopterê de bûn, hemû can dan.
Li gor ragihandina artêşa Pakistanê; helîkoptera tîpa Mi-17 dema di wexta bi hewa ket, bi sedema ariza teknîkî ket jêr.
Tîmên rizgarkirinê gihane ciyê bûyerê û ji bo tesbîta sedema ketina helîkopterê lêkolîn dikin. Lê kesên di helîkopterê de tev mirine û jimara wan nehat diyarkirin.