Cîhan
Li Pakistanê hem bombe teqiya û hem bi fuzeyê êrîs kirin: 5 kustî
PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Belûcistanê bombeya ku xistibûn kenarê rê teqiya û di encamê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan. Rêvebirê polîs Dad Bakhsh ragihand ku bombeya xistine kenarê rê ji aliyê terorîstan de hatiye kirin û teqandin.
Li aliyê dinê li eyaleta Hayber Pahtunhva ya Pakistanê li devera Jamrusê di erîşa roketî de 2 xebatkarên ewlehiyê can dan. Heya niha kes bûyerê negirtiye terefê xwe.
Hukumeta payîxta Pakistanê Îslamabad, ragihandiye ku tevger ji terefê Talîbana Pakistanê (TTP) de hatiye kirin. Afganistan tewanê red dike.