Cîhan
Li Parlamena Ewropayê konferansa Rojava tê lidarxistin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê 11-12ê meha Kanûnê li Parlamentoya Ewropayê konferansek li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê were lidarxistin.
Li gorî zanyariyan konferans bi pêşengiya koma Keskan/EFA û Tifaqa Navneteweyî ya ji bo Parastina Azadî û Mafan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (AÎDL) tê lidarxistin.
Di konferansa ku wê di navbera rojên 11 û 12ê Kanûnê de pêk were de parlamenter, parêzvanên mafên mirovan, akademîsyen, nûnerên rêxistinên parastina azadiya medyayê, rojnamevan û lêkolîner bi gotarên xwe beşdar dibin.
Haz zanîn ku parlamenterên Keskan, Yekîtiya Çep, Tifaqa Pêşverû Demokrat û Sosyalîstan, rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hejmarek kesayetên din beşdarî konferansê dibin.