Li Pekin a Çînê dronan qedexe dikin
PeyamaKurd – Payîxteta Çîne Pekin, qedexeyên ser dronan her diçe zêdetir dike. Li seranserê Pekinê wê di qedexeya dronan hebe, firandina wan qedexe bibe, her kî perçe û cîhazê dronan vehewîne jî dê qedexe be. Di destê kî de drone hebin, divê heya 15.11.2026an derxin derveyê Pekinê, di rêyên ku hatine nîşandayîn de jî dikarin ji destê xwe derxin.
Qedexe, ne tenê bi hewandina dronan lê bi hewandina perçe û cîhazan ve dê qedexe be. Dê îznê nedin ku kesekî ji derveyê Pekinê dronan bibe Pekinê an perçên dronan bixe nav bajarê Pekinê.
Rêvebiriya Pekinê ji bo xelk dronanên li ser navên wan qeydikirî ji destê xwe derxe, dê desteka pera bide wan. Di navbera 12ê Êlînê û 31 Êlûnê de her kî drona xwe bifroşe ciyên destnîşankirî, wê dewlet %30 bedela drona wan bide lê divê bihayê dronê ji 3 hezar Yuanî derbas nebe.
Kesên dronên xwe di navbera 1-14.11. 2026an de bifroşin, wê li ser bedela firotinê %15 pere bidin wan û divê ji 1500 Yuanî derbas nebe.