TR KU SO
FB X
Cîhan

Li penahindeyan hîle kirin

Admin M
Nivîskar
📅 15 hezîran 2018 14:33

PeyamaKurd- 40 penahindeyên Afxanî bi sed kul û derdan xwe gihandibûn bajarê Kurdistanê, Wanê. Bi rayedarên otobusê re li hev kirin da wan bibin Ankara. Lê otobus dema hat bajarê Adanayê, wan li wir peya kir û got ku ew der Ankara ye.

Afxanî, piştî di ser Îranê de derbasî Wanê bûn, li Wanê mafê penahindebûnê sitendin û xwestin herin Ankara ji xwe re bixebitin. Îzna wan ya xebatê jî hebû. Her yek bi 200 lîreyê Tirkî, bi şîrketa otobusan re li hev kiribû.

Polîs dest danî ser bûyerê. Paşî, ji aliyê asayîşê ve hatin şandin bo b ajarê Ankara.

Parve bike: