TR KU SO
FB X
Cîhan

Li peravên avâ Fasê (Mexrib) 352 koçber hatin rizgar kirin

Admin M
Nivîskar
📅 22 berfanbar 2021 02:41

PeyamaKurd – Yekîneyên asayîşa peravên Fasê ragihand ku di 4 rojên dawiyê de 352 koçberên ku dixwestin herin welatên Awrûpayê û li ser avê bi mirinê re rû bi rû mabûn hatine rizgarkirin. Ajansa fermî ya Fasê MAP ê weka çavkanî leşkeran nîşan da û got ku di navbera 18-21 ê mehê de tîmên asayîşa bi ser hêzên deryayê, 352 koçberan rizgar kirine.

Piraniya koçberan ji başûrê Sehra Afrîka ne û wan teslîmê yekîneyên cendirmeyan yên qraliyetê kirine.

Rêvebirên Fasê ragihandin ku ji serê sala 2021 ê û heya niha ber li 42 hezar koçberan girtine û 156 çebekeyên qaçaxkar yên koçberan derbas dikin roxandine.

Parve bike: