TR KU SO
FB X
Cîhan

Li pist êrîsên fuzeyî Ketaîb Hîzbûllah heye

Admin M
Nivîskar
📅 08 cotmeh 2020 04:26

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî bi sedema lêpirsîna îhlalên hukumraniya Iraqê komîsyonekî ava kiribû da li ser bûyeran lêkolînan bikin û komîsyon dest bi xebata xwe kiribû. Televîzyona El - Arabiya binkeya nûçeya xwe dibe ser endamên komîsyonê û dibêje êrîşên fuzeyî îşaretê bal bi Hîzbûllaha Iraqê de dide an ku Ketaîb Hîzbûllahê.

Çavkaniyên komîsyonê dibêjin ku fuzeyên di êrîşên Iraqê de tên bikaranîn, li herêma ‘Cerf-ul Sexer’ tên amadekirin ku herêm berê weka herêmêka stratejîk hatiye binavkirin. Çavkanî radigihînin ku herêma ‘Cerf-ul Sexer’ ji aliyê grûbên mîlîsde weka ‘herêma qedexe’ hatibû ragihandin.

Parve bike: