Li Rojavayê Kurdistanê dewriyeyên leskerî yên Rûs-Tirk ji nû ve dest pê kirin
PeyamaKurd – Piştî demeke dirêj, careke din hêzên Rûsya û Tirkiyeyê gereke çavdêriyê ya hevbeş li gundewarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê pêk anîn.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, hêzên Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê û hêzên Tirkiyeyê îro 30yê Îlonê dewriyeya çavdêriyê li Kobanê pêk anîn.
Hate diyarkirin ku dewriyeya çavdêriyê ji gundê Xerîb ê Kobanê dest pê kir û li gundên Qeremox, Şêran, Til Hacib, Eyn Bet, Holaqiyê, Qibcix geriya û li gundê Benderxanê bidawî bû.
Hate zanîn ku ji her du aliyan 8 wesayîtên zirxî beşdar bûn û 2 helîkopterên Rûsyayê jî ji asman ve çavdêrî kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Tirkiye û Rûsyayê ji destpêka Mijdara 2019an ve di çarçoveya Rêkeftina Soçiyê ya Pûtîn û Erdogan de, dest bi gerên hevbeş kiribûn. Mebesta wan dewriyeyan jî ew bû ku hêzên HSDê 30 kîlometre dûrî sînorên Tirkiyeyê bên kirin.