TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêla girtinan: Zêdetirî 3 hezar kes hatin binçavkirin

Admin H
Nivîskar
📅 22 nîsan 2026 20:07

PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê di raporeke nû de eşkere kir ku ji destpêka şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê ve herî kêm 3 hezar û 464 welatî li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin.

Li gorî raporê tevî ragihandina agirbesta demkî ya navbera Amerîka û Îranê jî pêla girtinan ranewestiyaye û tenê di dema agirbestê de 767 kesên din hatine girtin.

Rêxistinê hişyarî da ku çarenivîsa gelek ji van girtiyan nediyar e û malbatên wan derbarê cihê ragirtin û rewşa tenduristiya wan de tu agahiyan nastînin.

Di raporê de hat destnîşan kirin ku Wezareta Îstîxbarata Îranê (Îtlaat) berê li xwe mikur hatibû ku polîs, hêzên asayîşê û Pasdarên Şoreşê (IRGC) di van operasyonên girtinê de roleke çalak lîstine.

Parve bike: