TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Rûsyayê ji bo 10 MALLan alarma bombeyê hat dayîn

Admin S
Nivîskar
📅 28 mijdar 2018 18:13

PeyamaKurd - Li paytexta Rûsya Moskowê ji bo 10 MALLên mezin ên nav bajêr (Navendên Firoşgehan) alarma bombeyan hat dayîn û bi hezaran kes hatin tehliyekirin.

Ajansa Rûsî TASSê bi zarê rayedarên emnî ragihand ku ji bo MALLên mezin ên bi navê; Artrium, Tsvetnoi, Kapitoliy û Megapolis jî di nav de,  ji bo 10 MALLên mezin giliyê bombeyan hat kirin.

Polîsê Moskowê ket amadebaşiyê û bi hezaran kesên li hûndirê wan MALLan hatin tehliyekirin.

Hat diyarkirin ku lêkolîn û lêpirsîna li ser alarmên bombeyan berdewam dike û hîn piştrast nebûye, gelo ew gilî rast in yan bêbingeh in.

Parve bike: