TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Rûsyayê qeza: 7 mirî û 28 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 14 îlon 2019 22:48

PeyamaKurd- Li Rûsyayê li rojhilata Moskovayê li bajarê Yaroslavlê, li ser rê, otobuseka rêwiyan û kamyonekî serî bi serî lihev ketin. Di encamê de 7 kes mirin û 28 kes birîndar bûn.

Di otobusê de 35 rêwî hebûn. Ajotvanên her dû alavan û 5 kesên din mirin û 28 kes jî birîndar bûn. Polîs li ser bûyerê lêpirsîna xwe dewam dike.

Parve bike: